Washington Post:Sergey dê serdana Washingtonê bike

Rojnameya Washington Post li  ser zimanê rayedaran ragihand ku dîplomatên Rûs dê serdana Washingtonê bikin.Tê zanîn ku ji sala 2017`an ve ev yekemîn serdan e.

Tê pêşbînkirin ku wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov hefteya bê de serdana Washingtonê bike.Dîplomatên gerê dişopînin diyar kirin ku ji sala 2017`an ve,  ev serdama yekemîn ji DYA`yê re, her wiha gotin, ku beriya niha li Koşka Spî bi Turmp re civiya bû û nakokî di navbera Sergey û Turmp de çêbûbû.

Rojnameyê bal kişand ser ku di derbarê hevdîtina Lavrov bi Turmp re agahiyên diyar tune ne û Koşka Spî jî diyarkirina agahiyên red kir.

Rayedarekî amrîkî got ku bi gelemperî dê Lavrov û Pompeo noqteyên di navbera welatên wekî Okraniya, Sûriyê, Fanzûla û dozên qedexekirina çekan nîqaş bikin.

Rojnameyê diyar kirin ku beriya rojekê ji civînê, tê payîn ku li Parîsê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky û serokê Rûsya Vladimir Putin bi hev re bicivin.

Duh berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Mariya Zaxerofa got, amadekariyên serdana Lavrov têne kirin, lê belê detayên wê diyar nekir.

Muhteml e ku di navbera DYA`yê û Rûsyayê de têkiliyên xurt werin pêşxistin, ji ber ku Washington ji aliyê Muskovayê ve bi fikar e û der barê awayê çareseriya nakokiyên her du welatan de nakokî hene.

(eh)


Mijarên Din