Washington wê biryara itîrafirina komkujiyan der heqê Ermen û Kurd de nîqaş bikin  

Li gorî Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Amerîka(ANCA), Serokê komîteya Karûbarên Derve yê Kongresa Amerîkî Elliott Engel û serokê doza Ermeniyan ê ku beşdarî kongresa Amerîkê bûye Frank Balloon, her wiha kesên bayebilind yên ku beşar bûne, ragihandin ku biryara qirkirina gelê Ermen dê di demeke nêz de, li pêşberî Kongresa Amerîkayê were gotobêjkirin, da ku di heftiye were de bikeve dengdayînê de.

Serokê Komîteya Karûbarên Derve yê Kongresa Amerîkayê Elliott Engel got, ku ji nerazîbûna hikumeta Tirk ji van planan, ew piştrast e, lê careke din ew ê bi hikumeta Tirk re ne kêfxweş in.

Gerînendeyê Komîteya Neteweyî yê Ermeniyan a Amerîkayê(ANCA)Aram Hambaryan got: “ Di civîna kongresê de, em pêşwaziya şermezarkirina Tirkiyê der barê komkujiya ku Osmaniyan der heqê gelê Ermen de pêk anîne dikin.”

Her wiha diyar kir ku diyar e ku Erdogan cezayên Amerîkayê bi cidî nagire, ji ber Washington heta niha itîraf bi komkujiyên der heqê gelê Ermen de nekiriye.

Di milekî din Wezîrê Parastina Amerîkayê Mike Esper ragihand ku heke danezanên der barê vê yekê de piştrast bibin, dê DYA`yê Tirkiyê berpirsa sûcên şer ên li dijî gelê Kurd e ragihîne.

Her wiha Mike got, daneyên der barê vê yekê gel wan hene, ew hewl didin bişopînin, heke isbat bû, dê bi rastî sûcên şer be.

(eh) 


Mijarên Din