Washington wê pergalên parastina asmanî bişîne Iraqê

Fermandariya navendî ya Amerîkayê ragihand ku DYA`yê wê pergala parastina ya asmanî li Iraqê bi cih bike, da ku leşkerên Amerîkakyê ji her êrişekê muhtemel ji hêla Îranê ve biparêze.

Fermandarê fermandiya navendî General Kenneth McKinsey di civîna komîteya hêzên çekdar de ya li parlamantoyê got: "Em ê pergalên parastina asmanî û pergalên parastina li dijî moşekên balistîk li Iraqê bicih bikin da ku xwe ji her êrişek muhtemel ji hêla Îranê ve biparêzin."

Pentagon gotibû ew hewl dide destûrî ji Iraqê bigire da ku pergalên parastinê ji cureya Patryot veguhezîne wir, ji bo ku sîstema parastina hêzên Amerîkayê xurt bike, nemaze piştî êrişa Îranê ya bi moşekan ya di 8`ê Çileyê de de pêk hatibû.

Di navîna Sibatê de wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got: "Hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ û hêzên NATO`yê wê bi hev re koordîne bike da ku şerê li dijî DAIŞ`ê berdewam bibin."

(şx)

 


Mijarên Din