‘Wateya hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re rabûna tecrîdê nîn e’

Şêniyên navçeya Dirbesiyê tekez kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku hevdîtin pê re çêbû, hê jî berdewam e. Li aliyekî din jî greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevrêyên wê ji cîhanê re hêz û vîna gelê Kurd nîşan da.

Hê jî gelê Kurd di greva birçîbûnê de ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e, lê dewleta Tirk jî tecrîdê didomîne.

Di 2’yê Gulanê de dewleta Tirk hişt ku 2 parêzerên Ocalan pê re hevdîtinê bikin ku çalakiya grevê bên rawestandin. Di vê derbarê de şêniyên Dirbesiyê dibînin ku tecrîd hê jî didome û hiştina Tirkiyê ya hevdîtina parêzeran bi Ocalan re, tenê cihê fêlbaziyan e.

Ajansa me ANHA’yê di vê çarçoveyê de hevpeyvîn bi hin şêniyan re kir. Şêniyê bi navê Abdulbaqî Elî diyar kir ku hevdîtina 2 parêzeran bi Ocalan re ne ku tê wateya rakirina tecrîdê û wiha domand: "Ev hevdîtin siyaseteke dîtir e ku dewleta dagirkeriya Tirk da ku çalakgerên greva birçîbûnê rawestîne, dimeşîne."

Li aliyekî din jî Abdulwehab Til Kerme di axaftina xwe de îşaret pê kir ku berxwedan û têkoşeriya Leyla Guven û hevrêyên wê ya çalakiyên grevê hê jî berdewam e û hê jî daxwazên rakirina tecrîdê li dijî Ocalan ta îro didome.

Abdulwehab bang li rêxistinên mirovî kir ku bi berpirsyariyên xwe li hember çalakgerên greva birçîbûnê rabin û armancên wan pêk bînin.

Ji aliyê xwe ve jî Yasîn Mihemed Xelef destnîşan kir ku roj li pey rojê çalakgerên greva birçîbûnê li Kurdistanê û Ewropayê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didome. Her wiha beriya çend rojan parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kiriye, lê ev jî israra çalakgeran di berdewama grevê de zêde dike ku heta armancên wan ên rakirina tecrîdê pêk bên.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din