Welatiyê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, kuştî hat dîtin

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê beriya niha di nav de zarokek 3 kes revandinbû û gefa kuştinê li wan xwaribû ku heger malbatên 100 hezar dolar fidiyeyê nedin. Ji wan kesan cenazeyê yekî kuştî hate dîtin.

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê ragihanidin ku cenazeyê şêniyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl li ser rêya gundê Qestel Cindî yê navçeya Şerayê kuştî hate dîtin û şopên îşkençeyê lê hebû, malbatê cenaze li nexweşxaneya meydanî ya bajarê Efrînê nas kir.

Beriya du hefteyên welatiyê bi navê Reşîd Xelîl, tevî kurekî wî yê astengdar û welatiyê bi navê Şerefedîn Seydo dema pêdiviyên xwe ji bajarê dikirîn ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin.

Çeteyan gef li malbatên wan xwarin ku heger 100 hezar dolar fideyê nedin dê zarên wan bikujin û cenazeyên wan li çerxereya bajarê Ezazê bavêjin.

Beriya du rojan jî çeteyên dîmenekî Şerefedîn Seydo ji malbata wî re şandibû. Di demên şopên îşkenceyê li bedena wî xuya ye û bang li malbata xwe dike ku hemû milkên li Efrînê bifoşînin û pereyan ji çeteyan re peyda bikin, da ku bê berdan.

Welatiyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl ê ji gundê Bilêlê çend roj beriya niha ji aliyê çeteyên ve hatibû revandin û gef li malbatê hatibû xwarin, ji ber ku malbatê nedikarî ewqas pere peyda bike, cenazeyê Reşîd îro kuştî hate dîtin.

Reşîd Hemîd Xelîl bavê 3 zarokan û li Cindirêsê  di guhertina parçeyên wesayît û motorsîklêtan de dixebitî.

Heta niha çarenûsa Şerefedîn Seydo û kurê wî Mihemed ne diyar.

ANHA


Mijarên Din