Welatiyekî Efrînê êş û zehmetiyên xwe vedibêje

Kalepîrek ku ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê reviya, detayên ku çawa artêşa Tirk mal, milk û zeviyên wî yên zeytûnan talan kirin, vegotin.

Bi bilindbûna asta binpêkirin û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê, roj derbas nabe ku Şehba şêniyên Efrînê yên ji ber kiryar û hovîtiya dagirkeran ku bi zor û zehmet ji Efrînê derketine, pêşwazî dike. Di dilê şêniyan de êş û zehmetiyên pir mezin hene. Ji wan şêniyan yek jî kalepîrê bi navê Abdulrehman Şêxo (66) ye.

Şêxo ji şêniyên gundê Afrazê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, nikarîbû ji mala xwe derkeve û dev ji mal û milkên xwe û cihê jidayikbûna xwe berde. Zarok û hevjîna xwe şandin kantona Şehbayê û bi tena xwe di gundê xwe de ma.

Şêxo detayên kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ji rojên destpêkê ku herêm dagir kirin, wiha vedibêje: "5 kesên ku çek di destê wan de bûn, bi tawanên derew êrîşî min kirin da ku pereyan ji min bistînin. Dema ku min ji wan re got tawanên wan derew in, çek di rûyê min de rakirin û gef li min xwarin. 200 dolar ji min xwestin. Tenê 8 hezar lîreyên Sûriyê bi min re hebûn, min da wan da ku dev ji min berdin."

Şêxo di axaftina xwe de got piştî demekê çeteyan dîsa êrîşî mala wî kir û hemû tiştên di malê de dizîn, heta mirîşkên wî jî li ber çavên wî dizîn.

Şêxo destnîşan kir ku di rojeke din de ji kiryar û dagirkeriyê û piştî ku gelek caran girin ser bi mala wî de, çeteyan bi zorê ew ji mala wî derxistin û bi malbata çeteyekî ji parêzgeha Dêrazorê ku li bajarê Babê dijîn, bi cih kir. Di wê demê de ji beriya 6 mehan tu cih û war ji wî re nemaye, ji ber wê li çiya û geliyên kantona Efrînê xew dike.

Carekê Şêxo jiyana xwe dixe xetereyê da ku mala xwe bibîne û dilê xwe bixe cih. Diçe û li deriyê mala xwe dide, ji malbata çete rica dike ku derbasî mala xwe bibe. Derbas dibe û dibîne ku mala wî tevlihev bûye. Şêxo wiha anî ziman: "Ew kêlî pir zor û zehmet bû. Gelekî bi êş e ku tu li ser axa bav û kalan bî, li pêşiya mala xwe bî lê tu nekarî derbas bibiyê."

Şêxo di axaftina xwe de got ew ji mala xwe derket û hêsirên wî dihatin xwar, li pêşiya mala xwe ma û bi hesret li ser keda xwe ya çend salan û temenê wî ku di avakirina mala xwe de derbas kir, zêdetirî 200 darên zeytûnan çandin, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin talankirin, giriya.

Şêxo destnîşan kir ku dema dewleta Tirk nasnameyên tirkî derxistin û li ser şêniyên Efrînê ferz kirin, çi kesê ku ev yek red dikir, çeteyan gefa kuştinê li wan dixwar. Her wiha got di saetên êvarê de gule bê ser û ber li asîmanê Efrînê berdidan da ku sivîlan bitirsînin, li kantonê digeriyan û mal û milkên sivîlan didizîn.

Welatiyê bi navê Abdulrehman Şêxo ji kiryar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker reviya û beriya çend dojan berê xwe da kantona Şehbayê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din