Welatiyekî Ereb li Cindirêsê hate revandin

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê welatiyekî ji pêkhateya Ereb li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand.

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku duh dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê welatiyê bi navê Ebdulrezaq El-Ruhayî ji pêkhateya Ereb û ji şêniyên Efrînê ye, ji mala wî ya li Cindirêsê revand.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku heta niha çarenûsa welatî ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku dagirkeriya Tirkiyê kiryarên revandinê li Efrînê zêde kirine û çarenûsa kesên revandin ne diyar e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din