​​​​​​​Welatiyên Çerkes û Turkman: Bersiva herî xurt a li hemberî gefan parastina cewherî ye

Çerkes û turkmanên bajarê Minbicê diyar kir kirin ku gefên Tirkiyê ne tenê li dijî pêkaneyekê an jî herêmekê ye, lê belê tevahî gelên Sûriyê dike hedef. Her wiha destnîşan kirin ku bersiva herî xurt a li hemberî van gefan berxwedana gel û parastina cewherî ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Herî dawî rejîma Tirk gefên dagirkirina herêmên nû xwar.

'CIVAKA BI RÊXISTINKIRÎ Û HEVGIRTÎ DIKARE LI HEMBER ÊRIŞ Û GEFAN BISEKININ'

Têkildarî wê, jina bi navê Xenîma Taha ya ji pêkhateyê Tirkman e êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û taybet bajarê Minbic şermezar kir û anî ziman ew weke pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Çerkes û Turkman dagirkeriyê qebûl nakin.

Xenîma Taha diyar kir ku ew li bajarê Minbicê bi hev re jiyaneke ewleh û aram dijîn û wiha domand: "Divê em bibin yek da ku li hember gefên dewleta Tirk a ku aramî û istîqrara herêmên me dike hedef, bisekinin.  Civaka bi rêxistinkirî û ya hevgirtî dikare li hember gef û êrişan bisekinin.''

Xenîma Taha bang li şêniyan kir ku li hember gefên dewleta Tirk bibin yek û got:" Dema em xwe biparêzin û xwedî parastineke xweser bin, em dikarin li hember gefan bisekinin û dikarin civaka ewleh û aram ava bikin.''

'BI BERXWEDANA GEL EM Ê DI TEVAHÎ ŞERAN DE BI SER KEVIN'

Samir Hebaq ji pêkhateyê Çerkes e destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ne tenê li dijî pêkhateyekî ya li dijî Minbicê yan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ne, lê belê li dijî tevahî gelê Sûriye ye.

Samir Hebaq anî ziman ku çareseriya herî baş a li dijî van gefan çi şerê leşkerî, çi aborî û çi jî şerê taybet dibe ,ew e ku xwe bispêrin gel û hêza gel a xweser û got: " Dema  şer hebe, tiştekî wekî pêkhate yan jî eşîreyan tune ye. Divê em bibin yek û bi awayekî gelêrî li ber xwe bidin da ku şerê ku em tê re derbas dibin biserkevin.''

Hebaq diyar kir ku gefên li dijî herêmê ne tenê leşkerî ne û da zanîn ku ji dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne ve gefên dewleta Tirk berdewam in. Dewleta Tirk dispêre şerê çapemeniyê, ew jî yek ji şerên taybet e da ku gelê herêmê bitirsîne.

Samir Hebaq di dawiya axaftina xwe de got: ''Divê her dem parastina cewherî hebe. Divê eşîr û pêkhate her tim li hev bicivin da ku ji hêzên leşkerî re bibin piştivan û sînorê herêmê bi dewleta Tirk û çeteyên wê re biparêzin. Dema em hevgirtî bin em dikarin xwe ji biparêzin û şerê hişbirê, aloz û şaneyên veşartî yên di nav me de bikin."

 (dm)

ANHA


Mijarên Din