​​​​​​​Welatiyên herêma Firatê: PDK’ê çekek di destê dagirkeriya Tirk de ye

Welatiyên herêma Firatê destnîşan kirin ku çiyayên Kurdistanê ji bo dagirkeriya Tirk dergehekî sereke ye ku Rojhilata Navîn dagir bike. Şêniyan gotin PDK’ê di destê dagirkeriya Tirk de bûye çeka qirkirina Kurdan û pêkanîna planên Osmaniyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, ev yek bertekên neyênî li seranserî Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê derxist pêş.

`DÎROK XAYÎNAN EFÛ NAKE`

Welatiyê bi navê Fethî Ehmed diyar kir ku bûyerên ku li çiyayên Kurdistanê dibin berçav in, PDK’ê bû çekek di destê dagirkeriya Tirk de ji bo qirkirina Kurdan, heman tişt di salên 90`î de qewimîn dema ku dagirkeriya Tirk plan li dijî şervanên Kurd ên çiyayên Kurdistanê amade dikirin û PDK’ê ew plan pêk dianîn.

Fethî Ehmed wiha domand: “Em kiryarên PDK’ê red dikin, ji ber ku kiryarên wê ji sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdan mezintir e, keç û xortên me ji bo parastina Kurdistanê û çiyayên wê canê xwe feda dikin û PDK’ê jî bi xencerê li pişta wan dide.”

Fethî Ehmed bang li herkesê ku li dijî gerîla disekinin kir û got: “Dîrok xayînên tirsonek efû nake. Em bang li we dikin ku li biryarên xwe vegerin, ji ber ku derfeta sererastkirina şaştiyan hîn vekirî ye.”

`DEM DEMA AZADIYÊ YE`

Ciwana bi navê Roj Muslim destnîşan kir ku şerê li çiyayên Kurdistanê dibe şerekî cîhanî  ku gelek dewlet tê de rolekê dilîzin û got: “Tiştê ku me diêşîne ew e ku Kurd di vî şerî de beşdar e û xiyanetê li birayê xwe dike, li şûna ku PDK’ê piştgiriya gerîla bike, bûye amûr di destê dewleta Tirk a dagirker de di şerê wê yê li dijî çiyayên me de.”

Roj Muslim wiha lê zêde kir: “Em Kurd xwedî maf û îrade ne û em ê bendên ku wan bi rêya peymanan li me ferz kirine biqetînin, em bi xiyanet û komkujiyan qir nabin, roja azadiyê dê hile.”

Roj Muslim bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê kir ku destê xwe bidin hev û ji xiyanetê dûr bikevin, ji ber ku tenê yê ku sûdê jê digire dijminê gelê Kurd e.

`ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DERGEHÊ ROJHILATA NAVÎN E`

Her wiha, welatiyê bi navê Ehmed Xelef El Hemûd ê ji gundewarê Reqayê wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi hişmendiya xwe ya Osmanî û xwînmêtinê tê naskirin, îro jî em dibînin çawa hewl dide bi rêya çiyayên Kurdistanê ku dergehê sereke yê dagirkirina Rojhilata Navîn in, herêmê dagir bike û osmaniya berê vejîne.”

El Hemûd anî ziman ku eger dewleta Tirk a dagirker çiyayên Kurdistanê dagir kirin, dê piştre derbasî herêmên din bibe û aramiya Rojhilata Navîn bi giştî têk bibe, ji ber wê jî hewl dide bi hemû hêza xwe çiyayên Kurdistanê dagir bike.

 (mh)

ANHA


Mijarên Din