Welatiyên Hesekê: Divê hemû partî beşdarî civînên têkildarî yekîtiya Kurdan bibin

Şêniyên bajarê Hesekê û partiyên siyasî banga piştgiriya însiyatîfa yekîtiya kurdî kirin û gotin:"Yekitî xizmeta doza kurdî dike."

Girîngtirîn rêgezên însiyatîfa KNK xwe li ser ava dike, yekîtiya kurdî ye. Her wiha însiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî amaje pê dike ku li dijî hemû binpêkirin û dagirkerên hewl didin li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bikin armanc bisekinin.

28`ê Cotmeha 2019`an Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî însiyatîfa yekîtiya kurdî ragihand li ser vî esasî beriya du rojan di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)  û ENKS’ê de dan û standin çêbû.

Civaka kurdî li rojavayê Kurdistanê bi hevkariya hemû partiyên siyasî yên kurdî domdar banga yekîtiya kurdî û vekişandina ENKS`ê ji “Îtîlafa Sûrî” dikin. Ji ber gel koçber kirin bûn sedema dagirkirina Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî.

Dan û standinên di navbera PYD`ê û ENKS`ê de çêdibin gelek kes kêm dibînin, ji ber bal dikişînin ser beşdariya hemû partiyên ji van civînan re.

Têkildarî yekîtiya kurdî, mîsyona patiyên kurdî ANHA`yê nêrînên gelên bajarê Hesekê girt.

BANGÊN YEKÎTIYA PARTIYAN

Welatiyê bi navê Îzedîn Xelef anî ziman ku divê partiyên kurdî nakokiyan deynin milekî û ji bo yekîtiya kurdî hîn zêdetir kar û xebatê bikin, dê bi vê yekê îtîrafeke fermî bi gelê Kurd çêbibe.

Îzedîn Xelef da zanîn ku bi yekîtiya kurdî re ew ê hîn xurtir bibin.

Îzedîn Xelef axaftina xwe wiha berdewam kir:"Divê dan û stan di navbera PYD û ENKS’ê de de sînordar nemine. Pêwîste hemû partiyên kurdî yên li Sûriyê beşdarî însiyatîfê bibin û ji bo doza kurdî gavên baş biavêjin."

Li milekî din welatiyê bi navê Abdulmecîd Mihmed Salih axivî û bal kişand ser girîngiya beşdariya hemû partiyên siyasî di civînên ku têne lidarxistin de. Abdulmecîd wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Em yekîtiya gelê Kurd dixwazin. Her wiha li dijî êrişên Erdoganê faşîst, banga yekîtiyê dikin û divê civînên têne lidarxistin ne tenê di navbera PYD`ê û ENKS`ê de bimînin."

NAKOKIYAN DEYNIN MILEKÎ

Welatiya bi navê Zubeyda Mehmûd jî têkildarî însiyatîfa yekîtiya kurdî axivî û got: “Herêm di pêvajoyek hestiyar re derbas dibe û di demeke wiha de yekîtî gaveke baş e. Dê yekîtî xizmeta berjewendiyên gelên Kurd bike. Li milekî din jî bi hezaran şêniyên me di oxira yekîtiya kurdî û Kurdistaneke serbixwe de canê xwe feda kirine.”

Mihmed Hesen jî parve kir ku pêwîstiya vê demê ji her demî zêdetir bi yektiya kurdî heye. Ji ber her çar parçeyên Kurdistanê di rewşeke hesas re derbas dibe û bangên însiyatîfa yekîtiya kurdî zêdetir dibin.

Mihmed Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dem dema yekîtiya kurdî ye. Erka dikeve ser milê partiyên siyasî ew e ku nakokiyên berê deynin milekî, ji ber dawiya pirsgirêkan çareserî ye û însiyatîf dikeve xizmeta gelê Kurd. Berovajî vê dê rewşa gelê Kurd krîtîk be.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din