Welatiyên ji Şamê gihiştin Qamişloyê ketin karantînayê

Zêdeyî 20 welatiyên ku ji Şamê gihiştin balafirgeha bajarê Qamişlo testa vîrusa koronayê ji wan re hate çêkirin û ketin karantînayê.

Vê êvarê balafireke rêwiyan ku zêdeyî 20 kes lê siwar bûn, ji paytexa Sûriyê Şamê gihişt balafirgeha bajarê Qamişlo. Tîmên awarte li pêşiya balafirgehê pêşwaziya wan kir û testên vîrusa Koronayê ji wan re çêkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed diyar kir ku hemû kesên ku îro ji Şamê gihiştinê wê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Piştî 14 rojan heger diyar ku bi vîrusa Koronayê neketine dê ji karantînayê werin derxistin, heger diyar bû ku vîrusê bi wan re hebe dê ji bo navenda karantînayê ya taybet bi nexweşên Koronayê werin veguhestin.

ANHA


Mijarên Din