Welatiyên Şêxmeqsûdê: Hêviya me ya vegera Efrînê mezin e

Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bêdengiya navdewletî li hemberî dagirkirina Efrînê şermezar kir û got “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, tekane rê berxwedan e. Hêviya me ya vegera Efrînê mezin e.”

Dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de, bi destûra Rûsyayê û bêdengiya Amerîka û Ewropayê bajarê Efrînê dagir kir.

Welatiyê bi navê Ehmed Mustafa wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê ew bû ku şêniyên resen ên herêmê bide koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bike."

Ehmed tekez kir ku Efrîn a xwediyên xwe ye û lehengên Efrînê dê bajarê xwe rizgar bikin.

Riyad Şêxo jî îşaret bi berxwedana 58 rojan a şervanên YPG, YPJ`ê û şêniyên Efrînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: "Erdogan dixwaze desthilata Osmaniyan vegerîne, lê belê bi berxwedana şêniyên Efrînê, dê Efrîn rizgar bibe."

Leman Şêxo jî wiha axivî: "Êrişa Tirkiyê li ser kantona Efrînê, qirkirina gelan armanc kir. Hêviyên me yên vegera Efrînê mezin in."

(cx)

ANHA


Mijarên Din