Welatparêz: Şehîd Egîd Tirkiyê hejand û Kurd şiyar kirin

Kesayetên welatparêz da zanîn ku şehîd Egîd hebûna dewleta Tirk hejand û gelê Kurd li ser serhildanê û têkoşîna rizgariyê hişyar kir. Her wiha xwişka du şehîd û têkoşerekî girtî got, "Birayên min bi xeta şehîdan û fikirê şehîd Egîd bi bandor bûn û tev li têkoşînê bûn."

Hefteya Lenhengiyê ji 21 heta 28’ê Adarê ye. Bi darikên çixatê ku şehîd Mezlûm Dogan di girtîgeha Amedê de agir berdaye canê xwe heta bi salvegera şehadeta fermandar Mashum Korkmaz (Egîd) diçe. Egîd fermandarê yekemîn ê hêzên çekdarî yên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) yên girêdayî PKK’ê bû ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd têkoşîna çekdarî ragihand.

Fermandar  Mahsum Korkmaz di 28’ê Adara 1986’an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû û ji bo gelê Kurd bû sembola berxwedan û têkoşînê. Bi hezaran xort û keçên Kurd pê bandor bûn û têkoşîna li dijî dagirkerên Kurdistanê ragihand û hîna li ser xeta wî berdewam in.

Kesayetên welatparêz ên ji Helebê got, şehîd Egîd rêya doza Kurd nîşan da û israra gelê Kurd a li ser rizgarî, vegerandina mafên xwe û sekna li hember zulm xurt kir.

Aytan Reşo, xwişka du şehîdan û têkoşerekî di girtîgehên dewleta Tirk de ye.  Aytan Reşo 1982’yan bi rêya dengekî qeydkirî ku tê de nav û fedekarî û destkeftiyên şehîd Egîd bi bîr xistin, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şehîd Egîd nas kirin.

‛BERXWEDÊREKÎ MEZIN E KU HÊJAYÎ NEMIRIYÊ YE’

Aytan Reşo bal kişand ser fedekariyên şehîd û ev tişt got: "Em pir pê bandor bûn, me ji fikir û têkoşîna wî ya di oxirê rizgarkirina gel ji bendestiyê de hez kir. Berxwedêrekî mezin e ku bi lehengane serkeftinên gewre bi dest xistin, fedekariyên wî di dîrokê de hatin belgekirin."

Aytan Reşo wiha domand: "Şehîd Egîd xwedî nirx û pîroz e. Em navê wî li zarok û neviyên xwe dikin, girêdaneke me ya xurt pê ve heye. Ji ber gelê ku ji salan ve rûbirûyî zulmê ye parast û banga vegerandina mafan kir û Kurd li ser serhildan û rizgariyê şiyar kir."

Aytan Reşo destnîşan kir ku şehîd Egîd xeta doza Kurd nexşe kir û kesê yekemîn bû ku dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Dema şehîd Egîd têkoşîna çekdarî di 15’ê Tebaxa 1984’an de ragihand, gelek xort û keç tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn. Der barê vê yekê de Aytan Reşo wiha anî ziman: "Gelek ciwan tev li tevgerê bûn û piştî şehadetê tevlêbûn zêde bû. Sê birayên min bi fikrê şehîd Egîd bandor bûn û ji bo temamkirina meşa wî tev lê bûn. "

Navên her sê birayên şehîd wiha ne; Nîdal Reşo (Rênas), Hesen Reşo (Bedran) û Mihemed Reşo (Fûad) yê girtî.

Aytan Reşo wiha berdewam kir: "Şehadeta Egîd israra tevgera rizgariyê xurt kir. Keç û xortên wê soza tolhildanê da, dengê berxwedanê bilindtir bû. Heta roja îro em lehengiya şehîd Egîd bi bîr tînin û soza şopandina rêça wî heta pêkanîna armancên wî didin."

‛BI AVÊTINA FÎŞEKA XWE, TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ DEST PÊ KIR Û BENDÊ TIRSÊ RABÛ’

Ehmed Cafer jî yê ku di 1986’an Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, destnîşan kir ku şehîd Egîd bingehek ava kir û êdî bû stûna doza Kurd û wiha got: "Berxwedana şehîd Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Mihmet Xeyrî Durmûş, Ferhat Kortay û Egîd gelê Kurd şiyar kir û hişt ku banga mafên xwe bikin û wan teşwîqî têkoşîn û berxwedanê kir."

Cafer da zanîn ku bi saya fîşeka yekemîn a şehîd Egîd, israra gelê Kurd a li ser rizgariyê ji tevahî şêweyên zulmê xurt bû û bendê tirsê li pêşiya wî rabû.

Cafer wiha pê de çû: "Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê berdewama lehengiya şehîd Egîd e. Her wiha berdewama bawerî û vîna xurt e ku di wan de çandiye, di heman demê de cesareta xwe li hember êriş û pêngavên qirkirinê ji cesareta fermandar Egîd girtine.

Cafer diyar kir ku ew hêza xwe ji temamkirina rêya têkoşîna şehîd Egîd werdigirin û ev tişt anî ziman: "Çawa şehîd Egîd netirsî û xwest gelê Kurd ji zulmê rizgar bike, ez jî xwe dispêrim wî û lehengiya wî ku sembola mezinahiyê ye, her wiha xwe dispêrim şehîd û têkoşerên mîna wî."

‛FEDAYÎ GEL Û WELATÊ XWE BÛ Û DEWLETA TIRK HEJAND’

Welatparêz Selah Mistefa jî di şexsê fermandarê leşkerî Egîd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Em bejna xwe li hember fedekariyên şehîdên xwe ku canê xwe di oxira me de daye, ditewînin û soza şopandina rêça têkoşîna wan didin."

Mistefa anî ziman ku têkoşîna çekdarî ku Egîd û hevalên xwe dest pê kir, dewleta Tirk hejand û dijmin nas kir ku gelê Kurd têkildarî mafên xwe bê deng namîne.

Li ser berxwedana ku şehîd Egîd pêk aniye ku heta roja îro berdewam e û berxwedana gerîla ku bi saya têkoşîna xeta Egîd e, Selah Mistefa wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk tevahî çek, heta çekên qedexekirî ji bo qirkirina gelê Kurd pêk anî, lê gerîla hemû planên wê têk birin."

Girêdayî îdiayên dewleta Tirk ku gerîla têk bir û derbeyên biêş li wan da, Selah Mistefa ev yek got: "Dewleta Tirk gelê Kurd dixanîne ku wê hêzên gerîla têk bir, da ku vîna gelê Kurd bişikîne."

Mistefa wiha dom kir: "Lê belê berxwedana girtîgehan ev îdia derewandin û canê xwe di oxira rizgarkirina gelê de da. Heta agir jî bi bedena xwe xistin ku îsbat bikin tu kes nikare meşaleya azadiyê vemirîne û Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe."

Selah Mistefa got, gelê Kurd li ser şopa Mezlûm û Egîd dimeşe û rêya berxwedana û têkoşînê dimeşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk êrişên xwe zêdetir dike û li beramberê jî berxwedaneke lehengane heye. Fikrê berxwedan û şoreşa gelê Kurd bû şoreşek ji tevahî gelên bindest re."

(fr)

ANHA


Mijarên Din