Welîd El-Mialim: Divê Enqere piştgiriya xwe ji terorîstan re rawestîne

Wezîrê Karê Derve yê Rejîma Sûriyê Welîd Milalim got: “Divê Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştgiriya komên terorîst rawestîne. Da ku têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de rewa bibe.”

Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mialim di hevpeyvîneke xwe bi kenala Meyadîn re destnîşan kir ku ew naxwazin li Idlibê bi Tirkiyê re şer bikin. Her wiha diyar kir ku ji ber Idlib girêdayî xaka Sûriyêyê ye, ew ê dest ji serweriya xwe ya li Idlibê bernedin.

Mialim di dewama hevpeyvîna xwe de bang li Enqereyê kir ku piştgirya xwe ji terorîstan re rawetîne û  ji xaka Sûriyê vekişe. Welîd anî ziman ku heke Tirkiyê venekişe, em ê wê wekî hêzeke dagirker bibînin. 

Di vê çarçoveyê de El-Mialim got: “Em ti şertan danaynin pêşiya Tirikiyê. Lê xalên ku xwezaya têkiliya di navbera her du welatên cîran de diyar kirine. Beşdariya Tirkiyê yan jî nebûna wê di civînên Astanayê de, dê ti guhatinan di rewşê de çêneke.”

(eh)


Mijarên Din