Weled Şêx Xezwanî di hilbijartinên serokatiya Morîtanyayê de biser ket

Berdevkê Hikûmeta Morîtanyayê Seydî Mihemed Weled Mihim ragihand, Wezîrê berê yê Parastinê Mihemed Weled Şêx Xizwanî di hilbijartinên serokatiya Morîtanyayê bi serket.

Berdevê Hikûmeta Morîtanyayê li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê , bernamzetê partiya desthilatdar Mihemed Weled Şêx Xezwanî pîroz kir ê di hilbijartinên serokatiyê de ku duh destpê kir, biser ket.

Beriya ku encamên hilbijartinên werin eşerkirin, serkeftina Mihemed Weled Şêx Xizwanî hate ragihandin.

Li gorî medyayan, komîteya niştimanî ya serbixwe ya hilbijartinan ragihandiye ku heta niha ji sedî 90 deng hatine hejmartin û destnîşan kirin ku Weled Şêx Xezwanî ji sedî zêdeyî 50 deng wergirtine.

 


Mijarên Din