Weqfa Newroz serdana komele û partiyên Kurdan ên li Lubnanê dike

Şandeya Weqfa Newroz a Çandî û Civakî bi Komeleya Lubnan-Kurd a xebatên civakî re li Lubnanê geşedanên li herêmê rû didin, nîqaş kirin. Her wiha her du aliyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide fitneyê û şerekî navxweyî di navbera Kurdan de çêke.

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî ji bo nîqaşkirina geşedanên ku li Kurdistanê rû didin û hevdîtinên dawîn ên di navbera aliyên Kurd de li Rojava, serdana rêxistin û saziyên Kurd ên li Lubnanê dike. Di vê çarçoveyê de weqfê serdana Komeleya Lubnan-Kurd a xebatên civakî kir.

Di serdanê de Luqman Miho bi navê Komeleya Lubnan-Kurd got: "Berê hewldanên pêkanîna yekitiyê hebûn, niha jî hewldan hene. Ya girîng hemû rola xwe di pêkanîna yekitiyê de bilîzin."

Der barê hewldanên artêşa Tirk a dagirker ên derxistina fitneyê di navbera Kurdan de, Miho got: "Tirk dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin kuştin. Kurdan di şerên xwe de li dijî Kurdan bi kar bînin, çi li Başûrê Kurdistanê yan jî Rojava. Ya baş ew e ku Kurd bi hewldanên Tirkiyê nehatin xapandin."

Li aliyekî din Wesmiye Şêxmûs Ehmed xebatên pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurd silav kirin û got: "Em hêvî dikin yekitî pêk were. Ji sedan salan ve em li benda wê ne. Wê helbet pêk were û em serkeftinê ji hemû aliyên kurdistanî re ku rolekê di pêkanîna yekitiyê de dilîzin, dixwazin."

Bi navê Weqfa Newroz Henen Osman jî axivî û behsa girîngiya yekitiyê kir.

Henen îşaret bi dîroka malbata Miho di têkoşîna nîştimanî de li Lubnanê û fedakariyên wê yên ji bo yekitiyê dane, kir.

Di dawiya serdanê de Henen Osman spasiya her kurdekî hewl dide xewna yekitiyê pêk bîne, kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din