Weqfeya Newroz serdana Komeleya Eriz a Kurdî kir

Weqfeya Newroz a Çanda Civakî, di çarçoveya hewldanên xurtkirina têkiliyên kurdiyatî de serdana Desteya Rêveber a Komeleya Ariz a Kurdî kir.

Di hevdîtinê de geşedanên dawî, girîngiya pêkanîna yekitiya netewî ya Kurdî, bi taybet li ser qada Lubnanê, girîngiya xebata hevkar di navbera komeleyên kurdî yên Lubnanê de hatin nîqaşkirin.

Weqfeyê beriya wê serdana Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên li Lubnanê, Komeleya Lubnanî Kurdî ya Xizmetên Civakî kiribû.

ANHA


Mijarên Din