Werşeya Qessipyan 20 hezar maskên din dirûtin

Piştî ku werşeya Qessipyan a bajarê Hesekê hezar mask dirûtin, însiyatîfa xwe ya mirovî berdewam kirin û 20 hezar maskên din jî dirûtin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê însiyatîfên mirovî berdewam in û li herêmê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê digirin.

Ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina derve berdewam e û gelek însiyatîfên mirovî derketin holê.

Bijîşkan ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê ragihand ku mask yek ji faktorên sereke yên parastina ji vîrusê ye, ji ber vê yekê xwesteka şêniyan ji maskan re zêde bû û gelek werşeyan (atolye) mask dirûtin û pê re li xelkê belav kirin.

Di vê çarçoveyê de werşeya Qessibyan a bajarê Hesekê 20 hezar mask dirûtin. Tê zanîn ku berî niha heman werşeyê hezar mask dirûtibûn û li Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kiribûn.

Endama Rêveberiya Werşeya Qessipyan Şemis Hisên da zanîn ku wan cara yekemîn derdora hezar mask dirûtin û li Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kirin.

Şemis got vê carê derdora 20 hezar mask dirûtine, 11 hezar ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ne, hezar ji malbatan re û 5 hezar jî ji dermanxaneyan re. Şemis parve kir ku ew maskan bi pereyekî kêm difiroşin û banga peydakirina caw kir, ji ber ku zehmetiya vê yekê dikişînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din