​​​​​​​Werzîşvan: Divê ciwan tev li pêngava “Na ji dagirkeriyê re” bibin

Werzîşvanên herêma Cizîrê diyar kir ku ciwan hêz û vîna gelan e. Lewre divê ciwan û jinên ciwan ên herêmê tev li pêngava “Na ji dagirkeriyê re dem dema parastina nirxên şoreşê ye” bibin da ku xewn û hêviyên şehîdan û armancên şoreşa azadiyê pêk bînin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi awayekî domdar rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên. Desthilata Tirk jî tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 5 salan ve ferz dike. KCK`ê di 12`ê Îlonê de daxuyaniyek da û tê de bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker serî hildin.

Gel, çînên civakê, rêxistin, hêz û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga KCK`ê yekser bersivand û tevlêbûna xwe jê re ragihand. Di nav de rêxistinên werzîşê yên herêma Cizîrê jî beşdariya we ragihand.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Subhî Melkî diyar kir ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, her wiha piştgiriya pêngava KCK`ê dikin.

Melkî destnîşan kir ku ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava “Teqez em ê bi ser kevin” bi armanca teşwîqkirina ciwanan ku asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin, ragihand.

Têkildarî heman mijarê endama Yekitiya Werzîşê Nehle Ehmê îşaret pê kir ku Tevgera Ciwanan û Yekitiya Werzîşê ji bo ku civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ji bêdengiya wan li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin, rêzeçalakî li dar dixin.

Nehle da zanîn ku rêxistinên ciwanan û werzîşê bi rêya çalakiyên xwe, girîngiya pêngava KCK û erka ku dikeve ser milên wan ji bo parastin û berxwedanê, bi ciwanan didin naskirin.

Nehle di dawiyê de piştrast kir ku divê tevahiya çîna ciwanan tev li pêngava KCK`ê ya li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo şikandina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan, bibin.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Ebdulrehman destnîşan kir ku ciwan hêz û vîna gelan e. lewre divê tevahiya ciwan û jinên ciwan ên herêmê tev li pêngava “Na ji dagirkeriyê re, dem dema parastina nirxên şoreşê ye” bibin da ku hêvî û xewnên şehîdan û armancên şoreşa azadiyê pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din