Weşanên Rojava di pêşangeha Silêmaniyê de rastî eleqedariyeke baş hat

Di 2`emîn pêşangeha Silêmaniyê ya navnetewî de beşa weşanên Rojava ji aliyê beşdarvanan ve rastî pêşwazîkirinek baş hat

Çalakiyên roja 5’an a 2'yemîn Pêşangeha Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Pirtûkan bi beşdariya 227 weşanxaneyan bi zimanên kurdî, erebî û biyanî berdewam dike. Her weha ji 17 dewletên li cîhanê weşanxane beşdar bûnr û nêzî 3 milyon pirtûk tên pêşandan.

Di pêşangehê de, weşangerî û nivîsgehên Rojava beşdar bûn, jê Weşangeriya Şilêr û nivîsgeha Bendarok.

Berpirsên weşangeriya Rojava yên beşdarî pêşangehê bûne destnîşan kir ku tevgera pêşangehê ya îsal bi giştî normal e, ew jî ji ber gelek rewşan, jê jî pandemiya vîrusa Korona û rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistanê ya îsal.

Beşa weşangeriya Rojava tevî cudabûna di nava zaravaya kurmancî û soranî û cudahiya navbera tîpên latînî û erebî de, pêşwaziyeke baş heye.

Abdullah Şêxo xwediyê nivîsgeha Bendarok ê ku du sal in beşdarî pêşangehê dibe û îsal nêzî 700 pirtûk beşdar bûye, got bi giştî pêşwazkirina li ser pêşangehê lawaz e.

Şêxo da zanîn ku gelek sedemên kêmbûna pêşwazîkirinê hene, jê jî rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistan û derengmayîna wergirtina karmendan a mûçeyên xwe ye.

Şêxo destnîşan kir ku xwesteka li ser şopandina weşan û çapên Rojava heye û wiha domand: "Piştî şoreşa Rojava, xwestekên şêniyên Silêmaniyê ya şopandina bûyeran li Rojava û berhemên çandiniyê zêde bûye.”

 ‘DI NAVA PARÇEYÊN KURDISANÊ DE PIREK E’

Şêxo diyar kir ku beşdariya li pêşangehê, derfeteke avakirina pirên têkilî û naskirinê di navbera parçeyên Kurdistanê de ye, her wiha pireke pevguhartina çandê di navbera xwendevan û nivîskarên ji tevahî herêmên Kurdistanê de ye û wiha pê de çû: "Dijminên gelê Kurd bend û astengiyên siyasî di nava gelê Kurd de danîn. Ji lew re avabûna pireke têkiliya çandê, ji bo şikandina van bendan pir girîng e.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/23/070224_whatsapp-image-2020-11-22-at-12.41.56.jpeg

Endama Weşanxaneya Şilêr Ahîn Mihemed ku cara yekemîn bi nêzî 100 pirtûkên bi zimanên erebî û kurdî beşdarî pêşangehê bû wiha bi lêv kir: "Weşanxaneya Şilêr di 2017’an de ji bo çap, weşana pirtûk û berhemên nivîskarên Rojava di aliyên wêjeyî, zanistî û dîrok de, hat damezrandin."

Ahîn Mihemed eşkere kir ku cudabûna tîpên çapkirinê bandorek li ser pêşwazîkirina li beşa weşangeriya Rojava çêkir û wiha got: "Pêşwaziyeke baş li ser pirtûkên bi zimanê kurdî (kurmancî) heye, lê li gel wê jî zimanê li Silêmaniyê (Soranî) ye û bi tîpên erebî ye."

Ahîn Mihemed îşaret pê kir ku xwestekek zêde li ser danasîna berhemên Rojava heye û gelek xwendevanan xwest ku pirtûkên nivîskarên Rojava bi zaravayê Soranî û bi tîpên erebî were çapkirin, da ku şêniyên Başûrê Kurdistanê bikarin bixwînin.

Ahîn Mihemed bi bîr xist ku gelek şêniyên Rojava yên li Silêmaniyê dimîninû bi taybet xwendekar serdana pêşangehê dike, bi taybet jî serdana beşa weşangeriya Rojava dikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din