Wezareta Dadê ya Amerîkayê lîsteya tawanbariyên Halkbankê ya Tirkiyê ragihand

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya wezaretê li ser malpara xwe ya fermî weşandiye, Wezareta Dadê ya Amerîkayê lîsteya tawanbariyê li dijî ‘Halkbank’ a dewleta Tirk a sextekirina darayî û dizînê ragihand. Her wiha jî li dijî reva Îranê ya ji cezayên Amerîkayê ya pêşbînkirî ya bi girêbestên bi milyaran dolaran ragihand.

Di lîsteyê de îşaret pê hat kirin ku Halkbankê di salên 2012-2016’an de çalakiyên ku Îran dikare bigihîne pereyên bi milyar dolaran a plana jêrevîna cezayên ku Washingtonê li ser Tehranê ferz kirine, pêk bîne.

Li gorî rastiyên ku di dadgehkirina cîgirê gerînendeyê rêveber ê bankê Hakan Atilla ya 2018’an de, lîsteyê destnîşan kir ku rola wî ya sereke di plangeriyê de hebû.

Bank di hêsankirina tevgera darayî yên derhatinên petrola Îranê ya bi piştevanî û hêsankirinê ji hêla rayedarên fermî yên Tirkiyê yên payebilind ku hin ji wan jî bertîl bi milyar dolaran wergirtine, hevkar e.

William Sweeney Jr. ê cîgirê gerînendeyê Buroya Lêpirsînên Federal (Federal Bureau of Investigation) got, Halkbank saziyeke darayî ya Tirkiyê ye, piranî milkiyeta wê ya hikumetê ye û di çalakiyên reva ji cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê de beşdar e.

William Sweeney Jr. îşaret pê kir ku bankê xebatên dayîna nerewa yên bi milyar dolaran ji bo Îranê, hêsantir kirin. Li dijî sîstema Amerîkayê karî dizîn û plangerî pêk bianiya. Lê piştre Buroya Lêpirsînên Federal kişf kir.

Bankê bi awayekî yekser û neyekser xizmetguzariyên şîrket û saziyên darayî yên dîtir li Îran, Tirkiyê û Îmaratê yên dizîn û plangeriyên darayî ji bo Îranê û yên girêdayî derhatinên petrol û gazê bi mîqdara 20 milyar dolar bi kar anîn.

Dadgeha Amerîkayê di Gulanê de li dijî Hakan Atilla yê cîgirê gerînendeyê gitşî yê berê yê Halkbankê ya Tirkiyê cezayaê32 mehan bi tawana dizîna bank û komplokirina li dijî cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê bi doza bi milyaran dolar, birî.

(fr)


Mijarên Din