Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Em îhtîmala derbasbûna çeteyan ji Rûsyayê re dûr naxin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku ew xetereya derbasbûna çeteyên ji Sûriyê û Lîbyayê yên girêdayî dewleta Tirk ên beşdarî şerê Qerebaxê bûne ji Rûsyayê re, dûr naxin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov ji ajansa Sputnik re wiha daxuyand: “Xetereya derbasbûna çeteyan ji bo Rûsyayê, nayê înkarkirin.”

Seromolotov diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê rewşê ji nêz ve dişopînin.

Moskovê girêdayî beşdarbûna çeteyên ji Sûriye û Lîbyayê di şerê li herêma Qerebaxê de, fikarên xwe eşkere kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandibû ku heta niha herî kêm 2 hezar û 350 çeteyên sûrî ji bo beşdarbûna şerê Qerebaxê hatine şandin ku ji wan 320 vegeriyane.

Ji dawiya Îlona borî ve, di şerê li Qerebaxê de herî kêm 217 çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk hatine kuştin ku cenazeyên 138 ji wan şandin Sûriyê û cenazeyên mayî jî hîna li Azerbêcanê ne.

Ji 27`ê Îlona borî de, di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de şer rû dide, tevî ku 3 caran agirbest hate ragihandin jî lê belê ji ber destwerdana dewleta Tirk û veguhastina çeteyên sûrî ji herêma şer re, şer hîna berdewam e.

(cx)


Mijarên Din