Wezareta Parastinê ya Rûsya: Di nava 24 saetan de 4 caran agirbest hate binpêkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk digrin di nava 24 saetên dawî de 4 caran agirbest binpê kirin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê,  komîteya rûsî – tirkî ya hevbeş ku agirbesta li Sûriyê dişopîne diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 4 caran agirbest hate bipêkirinên, her wiha aliyê tirkî tu binpêkirin belge nekirin.

Aliyê rûsî li gorî komîteya rûsî – tirkî ya hevbeş ku dozên girêdayî binpêkirinên agirbestê dişopîne eşkere kir ku 4 caran agirbest hate binpêkirin. Carekê li Hema û 3 caran jî li Laziqiyê. Her wiha aliyê tirkî tu gulebaran ji aliyê hêzên hikûmetê ve qeyd nekirin.

Her du aliyên rûsî – tirkî di 5`ê Adarê de bi rêya civîna di navbea  her du serokên Rûsya û yê Tirkiyê de der barê agirbestê li hev kir.

(bx)


Mijarên Din