Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: El-Nusrayê hewl da êrîşî Himêmîmê bike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên “Cebhet El-Nusra" roja şemiya borî hewl da êrîşî baregeha Himêmîm a girêdayî Rûsyayê ya li parêzgeha Laziqiyê bikin lê êrîş hate têkbirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku "Cebhet El-Nusra ku girêdayî rêxistina El-Qaîde ye, 6 moşek ber bi baregeha ezmanî ya Himêmîmê ve avêtine, her wiha destnîşan kir ku moşek bi temamî hatine rûxandin.

(eh)

 


Mijarên Din