Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 42 kesên bin bi vîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 42 kes bi vîrusa koronayê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, li Sûriyê 42 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, hejmara kesên bi vîrusê ketine bû 3 hezar û 966'an.

Wezaretê her wiha ragihand ku 2 kesên din ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da, bi vê hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dan bû 183'an.


Mijarên Din