Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: 21 kesên din bi vîrusê ketine

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê, 21 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 21 kesên din de Koronavîrusê hatiye tesbîtkirin. Bi vê hejmara nexweşên koronayê bû 738'an.

Her wiha diyar kir ku kesek din ji ber vîrusê miriye. Hejmara miriyan jî derket 41'an.

Wezaretê di daxuyaniyeke berê de gotibû rewşa heyî ya pandemiyê tedbîrên asê û hişyariyê pêwîst dike.

ANHA

 


Mijarên Din