Wezîrê Fransayê: Em pêşbîn dikin ku êrişên terorî yên din pêk bên

Wezîrê hundirîn ên Fransayê got welatê wî pêşbîn dike ku êrişên terorî ên din, pêk bên. Her wiha acizbûna xwe ji daxuyaniyên Erdogan ên kînê zêde dikin, nîşan da.

Li gorî ajansa Reutersê, wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanin îro got welatê wî pêşbîn dike ku li welêt êrişên terorî yên din pêk bên.

Darmanin wiha got: “Em li dijî dijminekî li hundir û derve di rewşeke şer de ne. Em ne li dijî tu olan in, lê belê em li diîj îdeolojiya îslamê ne ku dixwaze qanûnên xwe yên çandî û civakî ferz bike. Ev dijmin (fikrê radîkal) li hundir û derve heye.”

Wezîrê fransî diyar kir ku ew di vê demê de bi taybetî ji ber xîtabên nefrete yên fermandarên dewletên biyanî, tên hedefgirtin û got: “Ez li daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan difikirim.”

Her wiha bi bîr xist ku yên dibêjin ku bi girtina sînoran û dûrxistina hemû biyaniyan dê pirsgirêka terorê çareser bibe, ew derewan li gelê Fransayê dikin û destnîşan kir ku dawiya vê hefteyê ji bo parastina cihên olî 4 hezar leşkerên din hatine belavkirin.

Darmanin piştrast kir ku di meha borî de biryara derxistina 14 kesên radîkal hatiye pêkanîn û tê payîn ku di rojên pêş de 18 çalakiyên din ên derxistinê pêk bên.

Daxuyaniyên wezîrê Fransayê piştî êrişa duh li bajarê Nice ku di encamê de 3 kes hatibûn kuştin, pêk hat.

(cx)


Mijarên Din