Wezîrê Karê Derve yê rejîmê: Tirkiyê, li Sûriyê çidike, gelo Cebhet El-Nusra diparêze?

Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriyê Welîd Mielim der barê hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê got: "Ma hebûna wan ji bo parastina rêxsitina Cebheta Nusra, DAIŞ`ê û Tevgera Tirkistan a Şerqî ya Terorîst e.?"

Axaftina Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriyê Welîd Mileim di kongreyê çapemenî bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi re îro li Bekîn, hat.

Li gorî ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê, Mielim di axaftina xwe de wiha got: "Idlib parêzgeheke Sûriyê ye. Rêxistinên terorîst ên têde dê werin tunekirin. Divê hemû hêzên biyanî yên bi awayekî ne rewa li Sûriyê ne, divê derkevin.”

Li gorî ajansa nûçeyan a girêdayî rejîmê Sana`yê ku Mûalim îşaret bi girîngiya derketina hêzên biyanî yên li Sûriyê bi awayekî ne rawa, kir.

Mielim destnîşan kir ku piraniya firehiya parêzgeha Idlibê di bin serweriya rêxistina Cebheta Nusra ya terorîst de ye, sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin, ji maf û erka dewleta Sûriyê ku welatiyên xwe ji terorîstan rizgar bike, ji ber ew şerê rêxistinên ku hemû cîhanê ew weke terorîst pênasekirin û ji wan Meclisa Ewlehiyê ya navdewletî ku Cebhet Nusra xist lîsteya terorê de, dike.

Der barê hebûna dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê Mielim diyar kir ku Tirkiyê parçeyên ji xaka Sûriyê dagir kiriye û wiha anî ziman:"Ma Tirkiyê li Sûriyê çi dike. Ma hebûna wan ji bo parastina rêxistina Nusra, DAIŞ û Tevgera Tirkistan a Rojhilat a Terorîst e?."

Piştî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çawuşoglu ku welatê dê rêjîma Sûriyê di sînorê wê de bisekinîne, Wezîrê Karên Derve yê rejîmê, bersiv da.

Tirkiyê di bin navê "Nuqteyên çavdêriyê" de firehiyek ji Bakur û Rojavayê Sûriyê dagir kiriye. 12 nuqteyên ku Tirkiyê dagir kiriye di hundirê Sûriyê de hene piraniya wan di xaka di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr Şam (Cebheta Nusra ya berê) ku di nava lîsteya terorîst a navdewletî de ye.

(bx)


Mijarên Din