Wezîrê karên derve yê Misrê: Êrîşa dewleta Tirk dagirkerî ye û berxwedan mafekî rewa ye

Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şikrî êrîşa Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê şermezar kir, her wiha diyar kir ku welatê wî êrîş wek dagirkirina axa welatekî bira dihesibîne. Şikrî teqez kir ku berxwedana bakurê Sûriyê ji bo xweparastinê li gorî madeya 51’an a peymana Neteweyên Yekbûyî mafekî rewa ye.

Samih Şikrî dema şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pêşwazî kir, got: "Misr girîngiyê dide yekitiya Sûriyê û gelê wê û ewlehiya wê ya herêmî. Her tim hewl dide wê biparêze. Ji pêkhateyên gelê Sûriyê hemû re bi heman dûrbûnê disekine."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misrê şêwirmend Ehmed Hafêz got wezîr bi şandeya MSD’ê re beriya lidarxistina civîna awarte ya meclisa Komkara Erebî li ser asta wezîran ji bo nîqaşkirina êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ba hev. Şande ji hevserokê MSD’ê Riyad Dirar, serokê Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, endamê Meclisa Serokatiyê Sîhanok Dîbo pêk tê.

Hafêz diyar kir ku endamên şandeyê di hevdîtinê de geşedanên rewşên meydanî yên girêdayî êrîşa dewleta Tirk li ser Sûriyê û encamên neyînî yên êrîşê ji koçberiya bi komî tevî encamên wê yên neyînî li ser şerê rêxistina DAIŞ`ê li Sûriyê û herêmê şîrove kirin.

(şx)


Mijarên Din