Wezîrê karên derve yê Yemenê îstîfa kir

Wezîrê karên derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî ji kar îstîfa kir bêyî ku sedemên wê ragihîne.

Rûsya El-Yewm li ser zimanê çavkaniyên hikumeta Yemenê raber kir ku wezîrê karên derve yê Yemenê  Xalid El-Yemanî bêyî ku tu sedeman diyar bike, ji kar îstîfa kir.

El-Yemanî di 24’ê Gulana 2018’an de bi biryara komarê ji serok Ebid Rebo Mensûr Hadî, bû wezîrê karên derve piştî Ebid El-Melêk El-Mixlafî.

Çavkaniyên siyasî yên hikumetê sedema îstîfayê wek "binketina Peymana Stockholmê ya aştiyê" raber kir. Her wiha îşaret pê kir ku îmzekirina wezîr Xalid El-Yemanî li ser peymanê li gorî forma xwe ya niha rêya pêlîstina bendên peymanê ji hûsiyan re vekir.

Îstîfaya El-Yemanî piştî 3 hefteyan ji tawanbarkirina serokê Yemenê Ebid Rebo Mensûr Hadî ya nûnerê rêxistina navdewletî ya welatê wan Martin Griffiths a xebata li gorî berjewendiyên hûsiyan, hat.

Hadî di nameyê de raber kir ku Martin Griffiths xebata dabînkirina garantiyan ji milisên Hûsî ya mayîna li Hudeydayê û peravên wê di bin sîwana NY’yê de pêk aniye.

(fr/kc)


Mijarên Din