Nikos Dendias ji toreya El-Erebiye re da xuyakirin ku dewleta Tirk faktoreke bêistiqrariyê li herêmê ye û hewl dide îradeya xwe li cîranên xwe ferz bike.
Dendias da zanîn ku tiştê ew rastî wan tê, dewleta Osmanî ya nû ye û bi bîr xist ku Enqere çeteyan dibe Sûriye, Lîbya û başûrê Qefqasyayê.
Nikos Dendias piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide destwerdanê di karên hundirîn ên Misirê jî bike û destnîşan kir ku dewleta wî naxweze rêya leşkerî hilbijêre, lê belê ger were xwestin dê parastina welatê xwe bikin.
(dm)