Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê: Rejîma Sûriyê li Idlibê "Lihevkirina Astanayê" binpê dike

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar ji rejîma Sûriyê xwest êrîşên xwe yên li ser başûrê Idlibê rawestîne û êrîşên rejîmê bi "Binpêkirinên lihevkirinên Astanayê" bi nav kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro serdana yekîneyên wî  yên li ser sînorê  Sûriyê kir.

Li gorî ajansa Anadolê ya Tirkiyê Akar got: "Desthilatdariya Sûriyê hewl dide herêmên di bin serweriya xwe li başûrê Idlibê de berfireh bike."

Akar anî ziman ku rejîma Sûriyê  lihevkirinên Astanayê binpê dike her wiha got, divê rejîma Sûriyê êrîşên xwe yên li ser başûrê Idlibê rawestîne.


Mijarên Din