Wezîrekî berê yê Lubnanê: Li dewleta Tirk û projeya wê ya xerabiyê bigerin

Serokê Partiya Tewhîd El-Erebî û wezîrê berê Wîem Wihab diyar kir ku ên ku "komên terorîst" ji Lîbyayê dişîne Sûriye û Lubnanê heman kes in û bang kir ku li projeyên dewleta Tirk ên xerabiyê li tevahî herêmê bigerin.

Wezîrê berê yê Lubnanê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsek parve kir û tê de da zanîn ku rûdanê rewşa ewlehiyê li bakurê Lubnanê pir xeternak in û destnîşan kir ku divê ew ji bo parastina Lubnanê li kêleka artêşê û hêzên ewlekariyê bisekinin.

Her wiha diyar kir ku ên ku “komên terrorist” bi rê ve dibin û ji Lîbyayê dişînin Sûriye û Lubnanê, heman kes in û got: "Li projeya Tirkiyê ya xerab li herêmê bigerin."

Li aliyekî din çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Lubnanê roja şemiyê di encama gulebaranê de 2 kesên tundraw li bakurê rojhilatê welat li nêzî sînorê Sûriyê  kuştin.

Çavkaniyan ji Reutersê re da zanîn ku di encama êrişê de 3 endamên ewlekariya Lubnanê birîndar bûn.

(oh)

ANHA


Mijarên Din