Wezîrên hikumeta Urdunê îstîfayên xwe pêşkêş kirin

Wezîrên hikumeta Urdunê îstîfayên xwe ji serokwezîr Omer Rezaz re pêşkêş kirin da ku sererastkirinek di hikumeta pêşerojê de çêbe.

Sky Newsê ragihand ku wezîran îstîfayên xwe, da ku guhartinek di wezaretên hikumeta pêşerojê ya Omer Rezaz de çêbe, pêşkêş kirin.

Serokwezîr Omer Rezaz wiha got: "Guhartin bi armanca pêkanîna daxwazên pêngava li pêş hatine pêşkêşkirin ku ev yek jî kedeke mezin e, derkifşên destpêkê yên hikumetê û planên wê  dixwaze."

Tê zanîn ku ev guhartina ku di hikumeta Rezaz de çêbe dê ya sêyemîn be ku di 14`ê Hezîrana sala derbasbûyî de hat damezirandin û di 11`ê Cotmehê de guhartina yekem tê de çêbû, di encamê de hikumet ji 10 wezîran pêk hat û 6 wezaret bi ser hev ve hatin vekirin.

Her wiha guhartina duyemîn jî di 22`yê meha Çileyê de bû ku di encama guhartinê de piştî istîfakirina 2 wezîrên peywendîdar, hikumet ji 4 çenteyan ku di nav de yên geştyarî û perwerdeyê jî hebûn, pêk hat.

(eh)


Mijarên Din