Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad li Bexdayê ye û bi hempîşeyê xwe yê Iraqê Fûad Hisên re civiya. Her du wezîran piştî civînê daxuyaniya çapameniyê da.
Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanê Mîqdad got: “Dan û standin baş bûn, me li ser xurtkirina hevkariyê di hemû qadan de nîqaş kir.”
Mîqdad bal kişand ser helwesta yekbûyî ya her du welatan li hember astengiyên hevbeş.
Mîqdad di civîna çapemeniyê de ev tişt gotin: “Me xebatên hevbeş ên têkoşîna li dijî terorê nîqaş kirin. Ferzkirina tedbîrên aborî yên neçarî ji aliyê rojavayiyan ve ne rêbazê gucaw ê têkiliyên di navbera dewletan de ye, ji ber van tedbîran êşa gelê Sûriyeyê girantir bûye, divê bên rakirin.”
Li gorî ajansa “Wai” ya Iraqê, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên jî di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya bi Sûriyeyê re ji bo têkoşîna li diîj hişbirê.
Hisên, der barê mijara alîkariyên mirovî de jî got: “Em ê di dema pêş de ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re bikevin tevgerê.”
(c)