WHO: Belavbûna Koronavîrusê lezgîn dibe

Îro WHO’yê piştrast kir ku pandemiya Koronavîrusê (COVID-19) xeternaktirîn wek rewşa awarte li ser asta cîhanê hatiye ragihandin û destnîşan kir ku berbelavbûna nexweşiyê bi lez dibe.

Gerînendeyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adnum Giberisus di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Pandemiya Koronavîrusê xeternaktirîn rewşa awarte ya tenduristiyê ji her demê bêhtir e ku hatiye ragihandin."

Tedros Adnum Giberisus destnîşan kir ku li gel WHO’yê rapor hene ku nêzî 16 milyon kes bi Koronavîrusê ketine û zêdetirî 640 hezar kes mirine, her wiha piştrast kir ku pandemî bi lez belav dibe.

Gerînendeyê WHO’yê da zanîn ku di 6 hefteyên borî de kesên bi Koronavîrusê ketine, du qatî zêde bûn.


Mijarên Din