​​​​​​​WHO: Dibe ku DYA bibe navenda nû ya Koronavîrûsê

Rêxistina Tenduristiya Cihanê (WHO), hişyarî da ku li DYA’yê dibe hejmara kesên bi koronavîrûsê ketin ji Ewropa yê derbas bike û bibe navenda nû ya Covîd-19 be.

WHO’yê di daxuyaniya xwe de da diyarkirin, wê pandemiya Covîd-19 di demek nêz de ji Ewropayê derbas bike û wê DYA‘yê bibe navenda nû ya şewba cîhanî.

Berdevkê WHO’yê Margaret Harrîs got; “Tê dîtin ku li DYA’yê hejmara kesên ku bi nexweşiya koronavîrûsê ketin zêde dibe.”

Li gorî rapora şeva Duşemê ji aliyê WHO yê ve hatî dayîn, hejmara kesên bi vîrûsê ketîn û mirîn di nava 24 seatan de du qat bûye. Li gorî rewşa niha li DYA’yê 46 hezar û 548 kes bi nexweşiyê ketine û ji 400 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane.


Mijarên Din