WHO: Em texmîn dikin ku hejmara haletên vegirtina Korona li Sûriyê û Yemenê biteqin

Serokê tîma Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo parastina ji xeteriyên vegirtinê vîrûsa Koronayê, Ebd El-Nesîr Ebû Bekir metirsiyên xwe ji hejmara kêm a haletên vegirtina vîrûsa Korona li Sûriyê û Yemenê ya yên ku hatine ragihandin anîn ziman û got; “Em texmîn dikin gelek halet hebin.”

Heta niha Sûriye, Yemen û Lîbya tu haletên vegirtina vîrûsa Korona li gel nakokiya domdar ranegihandine.

Serokê tîma Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Ebd El- Nesîr Ebû Bekir di hevdîtineke bi rêya telefonê bi CNN de got: “Li piraniya wan welatan ji bilî Sûriyê û Yemenê haletên vegirtina vîrûsê hene. Wek Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî em hinek bi tirs in, ji ber ku li cem wan welatan tu halet tune ne. Tevî ku pergala tenduristiyê li wan welatan zaîf e.”

Berpirsê WHO diyar kir: "Li Sûriyê ez teqez im ku vîrûs belav bûye. Lê ew haletan eşkere nakin. Ev helwesta min e. Lê tu delîl tune ne. Em texmîn dikin ku halet li wir biteqin."

Ebû Bekir diyar kir ku piraniya haletên vegirtina vîrûsa Korona li Rojhilata Navîn girêdayî çûyîna Îranê ne.

Ebid El-Nesîr Ebû Bekir teqez kir ku Rojhilata Navîn ji Ewropayê bileztir bi belavbûna vîrûsa Korona re da û stand, li rex wê jî `Mudexeleyên ne normal` ên Îranê mîna ku wesifandî  `Gelek dereng` mane.

(şx)


Mijarên Din