WHO Korona nexweşiya "Pandemî global" ragihand

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrûsa Korona (Covid-19) nexweşiya pandemî ya global ragihand.

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)  Tedros Adhanom Bhebreyesûs ê li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist, ragihand ku şewba vîrûsa korona ya nû veguherî pandemî ya global.

Ji rewşa nexweşiyeke nû ku bi awayekî gilobal belavbûna wê re pandemî tê gotin.

Midûrê Giştî yê WHO di mijara ‘neçalakbûna di asta zengê de’ ya civaka navneteweyî fikarên xwe yên kûr anî ziman û hişyariya ‘Di roj û hefteyên bê de, wê hejmara welatên ku bûyerên pêketina vîrûsê, dîsa mirin û bandorên wê, wê zêdetir bibin’, da.


Mijarên Din