WHO: Koronavîrus di asta herî jor de ye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber bilindbûna hejmara nexweşên Koronavîrusê li Hindistan û Brezîlyayê, hişyarî da her du welatan. Brîtanya jî piştî sekinandina bikaranîna dermê bi navê Hydroxychloroquine, mezintirîn tedbîrên ji bo pêşîgirtina li vîrusê girtin.

Belavbûna Koronavîrusê (Covid-29) li cîhanê didome. Heta niha 5 milyon û 689 hezar kes bi vîrusê ketine, ji wan 2 milyon û 432 hezar kes baş bûne û 352 hezar kes mirine.

WHO’yê diyar kir ku cîhan niha rastî pêla duyemîn a vîrusê nehatiye, lê belê di asta herî jor a pêla yekemîn de ye. Rayedarê rêxistinê Dr. Mike Ryan got: "Li hindek herêm, di nav de Amerîkaya Başûr û başûrê Asyayê, hejmara nexweşan pir bilind dibe. Li Hindistanê zêdetirî 6 hezar û 500 kesên din bi vîrusê ketin."

Mike Ryan hişyarî da Brezîlyayê ku bi lez li jiyana asayî venegerin. Li Brazîlyayê bi awayekî berbiçav hejmara nexweşên vîrusê di nava 24 saetên dawîn de bilind bû. Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ragihand ku 16 hezar û 324 kesên din bi vîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara giştî li welêt bû 391 hezar. Wezaretê diyar kir ku hezar û 39 kesên din bi vîrusê mirin û hejmara giştî ya miriyan bû 24 hezar û 512 kes.

Li gorî bijîşkên Zanîngeha Johns Hopkins li DYA`yê di nava 24 saetên dawîn de 700 kes bi vîrusê mirin, piştî ku hejmara miriyan zêdetirî 2 hezaran di rojekê de derbas kir.  Zanîngehê ragihand ku di nava 24 saetên dawîn de 657 kes bi vîrusê mirin. Bi vê yekê hejmara giştî ya miriyan bû 98 hezar û 875 kes, 18 hezar nexweşên din  û hejmara giştî ya nexweşan bû milyonek û 7 hezar kes.

Li Meksîkayê jî Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 501 kesên din bi vîrusê mirine. Li gorî daneyên wezaretê hejmara giştî ya miriyan bû 8 hezar û 134 û 74 hezar nexweş.

Li Swêdê jî heta niha 34 hezar û 440 kes bi vîrusê ketine û 4 hezar û 125 kes mirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber bikaranîna Hydroxychloroquine hişyarî da, gelek dewlet ber bi bikaranîna dermanên cuda ku di şerê li dijî Koronavîrus tê naskiri, diçin.  Rêxistinê da zanîn ku tîmeke taybet dê daneyên der barê Hydroxychloroquine de di meha pêş de aşkera bike. Ev yek ji ber metirsiyên girêdayî ewlehiyê dê were kirin. Ji ber ku kovara The Lancet a Brîtanyayê belav kir ku hejmara kesên bi vî dermanî mirine, zêde bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Brîtanyayê di çarçoveya hevkariya bi şîrketa Gilliad Sciences re ragihand ku ew dermanê bi navê Remdisiver ku ji bo nexweşiya Ebola bi kar dianîn, niha ji bo nexweşên Koronavîrusê bi kar tînin û dibe ku nexweş sûdê jê wergirin.

Li gorî daneyên destpêkê li ser asta cîhanê ku derman dema başbûnê kêm dike û dike 4 roj.

Wezîrê tenduristiyê yê Brîtanyayê Matthew Hancock di civîneke çapemeniyê de got: "Dibe ev mezintirîn pêngavên ji bo dermankirina Koronavîrusê bin."

 (bx)


Mijarên Din