WHO: Li Lîbyayê 121 mirov hatin kuştin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bîlançoya şerê ku li derdora paytexta Lîbyayê Terablûsê rû dide, eşkere kir. Li gorî rêxistinê, herî kêm 121 mirov hatine kuştin û 561 mirov jî birîndar bûn.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji dema êrîşa hêzên Xelîfe Hefter ve anku ji 4`ê Nîsanê ve li ser paytexta Lîbyayê, herî kêm 121 mirov hatin kuştin û 561 mirov jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî, buroya rêxistinê ya Lîbyayê bi rêya hesabê xwe yê Twitterê êrîşa dubarekirî li ser ekîbên dermankirin û ambulansan li Terablûsê şermezar kir.

Buroya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji destpêka êrîşê ve, 13 hezar û 500 kes koçber bûne, ji wan 900 kes li navendan hatin pêşwazîkirin.

(kc)


Mijarên Din