William Roebuck: Qanûna Qeyser dê herêmên Rêveberiya Xweser di nav xwe de negire

Nûnerê DYA‘yê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku cezayên "Qanûna Qeyser " dê herêmên Rêveberiya Xweser di nav xwe de negire û anî ziman ku  dê koorînde û xebateke hevpar di çarçoveya bernameya piştevaniyê ya Amerîkayê de hebe.

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Roebuck bi nûnerên  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona  Kobanî re civiya. Herdu aliyan li ser rewşa giştî ya herêmê û mijarên hevpar nîqaş kirin.

Roebuck, Cejna Remezanê li xelkê Kobanê pîroz kir û hêvî kir ku aştî li herêmê pêk were.

Di civînê de herdu aliyan rewşa giştî ya ku herêmê tê re derbas dibe, zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser di aliyê aborî û xizmtguzarî de dikşîne û ambargoya li ser herêemê ya ku bandoreke neyinî li xebatên saziyan kiriye, nîqaş kirin.

Rêveberiya Xwesr îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên sînor, hedefkirina sivîlan  û milkên wan kir.

Roebuck derbarê krîza aborî ya bi sedema têkçûna nirxê lîreyê Sûrî li beramberî dolar de got, çareserî  di avakirina sîstemeke demokratîk, nenavendî, pirrengî de pêkan e ku taybetmendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze û destûrek ku mafên rewa yê gelê Kurd mîsoger bike.

Her wiha diyar kir ku cezayên di çarçoveya "Qanûna Qeyser" de wê herêmên Rêveberiya Xweser di nav xwe de negire û got, dê xebat û koordîneyeke hevpar di çarçoveya bernameya piştevaniyê ya DYA`yê de hebe.

Têkildarî rewşa ewlehî û siyasî William Roebuck, soz da ku dê raporeke berfireh radestî rayedarên DYA‘yê bike û ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw ji hemû pirsgirêkan re bixebitin.

ANHA


Mijarên Din