Wîjdan Nûreddîn: Dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî ' felsefeyek kûr e

Çalakvana jin a ji Başûrê Kurdisatnê Wîjdan Nûreddîn diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî encama siyaseta tundûtûjiuî ya li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê ye. Wîjdan got: “Bendewar in ku şoreşa jinan dest pê kiriye, tevhî Îranê rizgar bike. Beşdariya jinan di şoreşan de mizgîniya serkeftinê ye.”

Çalakvana jin a ji Başûrê Kurdistanê Wîjdan Nûreddîn ku beşdarî bernameya taybet a ajansa me bûbû, behsa sedemên serhildana li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê ya bi pêşengiya jinan, zihniyeta hêzên dijminên jinan li dijî jinan û civakan û pêdiviya destpêkirina şoreşa jinan li dijî wê zihniyetê, kir.

Wîjdan Nûreddîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez êşa wan malbatên ku di vê şoreşê de zarokên xwe winda kirine, parve dikim.  Dixwazim bo wan bêjim, zarokên we meşeleke nû ya şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê pê xistin. Bêguman, şehîdxistina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilat encama siyaseta tundûtûjî ya li Îranê û bi taybetî li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê ye.”

'BENDEWAR IN KU ŞOREŞA JINAN DEST PÊ KIRIYE, HEMÛ ÎRANÊ RIZGAR BIKE'

Wîjdan qetilkirina Jîna Emînî wekî neheqiyeke mirovî û dîrokî ya li dijî jin û civaka îranê bi nav kir û wiha pê de çû: “Vê şoreşa ku nû destpê kiriye hêviyeke baş bû, tê wateya ku civaka Îran bi giştî bi Kurd, Faris, Azer û Belûc û hemû pêkhateyên wê êdî vê sîstema dîktator û vê tundûtûjiya li ser civakê tê meşandin, qebûl nakin. Bi taybetî jin. Ji ber wê jî, jin pêşengtiya van xwepêşdanan dike.”

Wîjdan da zanîn ku eger ev şoreş berdewam bike û pêşengekî baş pêşengiya wê bike, bêguman dê desthilatê bi bin bixe û diyar kir ku bendewariyek wisa heye ku şoreşa ku jinan ya dest pê kiriye, bikaribe hemû Îranê rizgar bike û got: “Desthilata Îranê niha ol wekî çek bi kar tîne û dixwaze pê hemû civakê kontorl bike.”

TEVLÊBÛNA JINAN DI ŞOREŞAN DE MIZGÎNIYA SERKEFTINÊ YE

Wîjdan destnîşan kir ku tevlêbûna jinan di şoreşan de faktorê sereke ye û mizgîniya serkeftinê ye û wekî nimûne şoreşa jinan a li Rojava bi bîr xist ku jinan karîbû pêşeniya şoreşê bikin û encameke gewre bi dest bixin.

Wîjdan wiha berdewamî da axaftina xwe: “Li gorî bûyerên rû didin, dihat çaverêkirin ku ev şoreşa jinan li Başûrê Kurdistanê dest pê bike, lê belê li Rojhilat çêbû.”

SEDEMÊN DESTPÊKIRINA SERHILDANÊ LI ROJHILAT-ÎRANÊ

Li ser sedemên destpêkirina serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Wîjdan ev tişt anîn ziman: “Destpêkirina şoreşê encama du faktoran e. Yek: siyaseta tundûtûjiyê ku sîstema dîktator li ser jinê û li ser giştî civakê dimeşîne. Du: zexta aborî ya li ser civakê dimeşîne. Tiştê ku îro li Îranê rû dide, encama ew şîdeta derûnî, aborî, siyasî, civakî û olî ye ku li ser miletê Îranê hatiye ferzkirin. Beşdariya jinan bi awayekî berbiçav mizgîngiyeke mezin e, em dibînin ku çawa jin bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' diherikin kolanan.”

Wîjdan her wiha bal kişand ser hewldanên guhertina berê vê serhildanê ji aliyê desthilata Îranê ve û got: “Niha dixwazin vê şoreşa li Rojhilat ji nirxê wê daxin û ber bi rêyeke din ve bibin. Dixwazin bidin nîşandan ku jinên derketine serhildanê tenê derdê wan ew e ku wek amûr bidin nîşandan, ne ji ber ku azadiyê dixwazin. Nexêr, ev sloganên niha tên qêrîn divê her kesekî li cîhanê hîs bike û di serî de jî jin. Çima jin? Ji ber ku jin hem dayik e, civak e, malbat e, hem mamosteya jiyanê ye. Eger jin azadiyê tam neke, nikare dayikeke baş û mamsostyeke baş yan jî malbateke baş be.”

DIRÛŞMEYA 'JIN, JIYAN, AZADÎ' FELSEFEYEK KÛR E

Wîjdan got ku dirûşmeyê “Jin, Jiyan, Azadî” ya niha tê berzkirin, felsefeyek pir kûr e û divê her jinek li her devera cîhanê xwedî li vê felsefeyê derkeve û xwe li ser perwerde bibe û wiha pê de çû: “Eger her jinek vê felseveyê fem bike û pê bawer bike, wê jineke wisa bi hêz jê derkeve ku hemû sîstemên cîhanê dijberiya me bikin jî, dê nikaribin erşê jintiya me bihejîne, em tu carî nabin amûr û em ê bibin dengekî bi hêz. Vê sloganê wisa kiriye ku ev xwepêşdanên li Rojhilat ev 8 roj in berdewam bike. Her wekî ku me dît çawa li Roljava vê sloganê destkeftiyeke mezin bi xwe re anî, niha jî li Rojhilat, hêvîdar in ku li Başûr jî şoreşek pêk were.”

Wîjdan bal kişand ser bikaranîna ol ji aliyê rejîma Molla ya Îranê ve ji bo çewisandina jin û rizandina civakê û ev nirxandin kir: “Tiştê ku niha Komara Îslamê ya Îranê bi navê mezheb û ol ferz dike, dema em tê de kûr dibin em dibînin ku berovajî wê tu eleqeya wê bi ol û mezheb re nîn e û tu bingeheke îslamê tê de tune ye. Ji ber ku civak bi temamî di nav de tê rizandin. Her bawerî, mezheb û her olê ku nikaribe xizmetî mirovahiyê bike, divê em red bikin. Baweriyeke ku me kole bike, divê em red bikin. Ji ber ku em di her kombûnekê de dibêjin divê jin serwext be, da ku kes nikaribe bi navê ol yan mezheb li gorî berjewnediyên xwe desthilata xwe li ser ferz bike.”

DIVÊ ŞOREŞA JINAN LI HEMBER VÊ ZIHNIYETÊ BE

Têkidarî sûcên kuştina jinan ên bi destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Barîn Kobanê, Hevrîn Xelef û bi destê leşkerên Azerbeycanê li dijî dîlgirtiya Ermen û bi destê rejîma Îranê li dijî Jîna Emînî pêk hatine, Wîjdan ev tişt gotin: “Ew siyaseta ku niha li Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur, Tirkiye û Azerbeycanê, bi giştî li Rojhilata Navîn tê meşandin, hemû fikreke di çarçoveya zihnkî cemidî yê li dijî civakeke saxlem û dijberî jinên rewşenbîr de tê kirin. Em bala xwe bidinê, ew tîrê ku ji bo kuştina jinekê li Rojhilat tê bikaranîn, heman tîr li bakur, Rojava, Efrînê û Ermenistanê li hember jinan tê bikaranîn. Ji bo ku desthilat civakekê kole bike, destpêkê jinan kole dike. Divê şoreşa jinan li djiî vî zihnetiyê be.”

PORÊ BI ZORÊ WERE VEŞARTIN, DIVÊ BÊ BIRÎN

Ji bo çalakiyên por birîn, dans, şewitandina laçikan ên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê welatên cîhanê pêş ketine, Wîjdan got: “Eger laçikek ku bê bawerî be, divê were şewitandin. Pora ku bi zorê were veşartin, divê were birîn. Ji ber ku di her baweriyê de hatî gotine 'La Îkraha Fî El Dîn'. Bawerî bi eşq tê çêkirin.”

Çalakvana jin Wîjdan Nûreddîn piştgiriya xwe bi serhildana Rojhilat re anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez wan xwepêşandêrên li kolanan silav dikim, çavên xwediyên baweriya xweşik maç dikim. Eniya wan daykan maç dikin, yên ku zarokên xwe pêşkêşî vê şoreşê dikin. Şoreşa ku kesên wek Hevrîn çêkiriye, divê ji bo hemû jinan bibe mînak û jê hêz bigirin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din