Wêne û dîmenên topbarana artêşa Tirk li ser Şehba û Şerayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehba û yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi tank û topan ji şevê din heta vê sibê topbaran kirin. Ajansa me dîmenên topbaranê bi dest xistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehba û gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi tank û topan ji şevê din heta saetên vê sibê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Medîq, Bêloniyê, bajarokê Şêx Îsa, Um Hoş û Semûqe yên kantona Şehbayê, her wiha gundên Şewarxe û Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirarên madî gihîştin mal û milkên sivîlan. Ajansa me bi rêya çavkaniyên xwe dîmenên topbarana li ser deverên navborî bi dest xistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din