Wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê li Til Hemîsê hatin daliqandin

Endamên Navenda Çand û Hunerê, Kongre Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Til Hemîsê wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê daliqadin, her wiha pankartên bi nivîsên"Bi rihê Avêsta û Karkeran dê berxwedanê bilind bikin û Efrînê rizgar bikin" li dîwaran daliqandin.

Bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker îro endamên Navenda Çand û Hunerê, Kongre Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Til Hemîsê wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, pankartên bi nivîsên li ser qurbaniyên şehîdan li ser dîwar û cihên dîtir daliqandin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/03/19/134223_qam-daleqandina-fotowen-sehida-1.jpg

Şêniyan bi kêfxweşî ev pêngav pêşwaz kir, her wiha dagirkirina artêşa Tirk a gelekê bajarên Sûriyê di serî de Efînê red kirin û bang li civaka navdewletî kir ku dagirkeriyê ji welat derxîninş.

(fr)

ANHA


Mijarên Din