Xaka Keramê yekemîn şehîdê HPC`ê himbêz kir

Şêniyên herêma Keramê şehîd Eymen El-Isman yekemîn endamê HPC`ê dema ku bi erka xwe ya leşkerî li herêmê radibû şehîd bû, li goristana Şehîd Sîvdar li bajarokê El-Cedîdat oxir kirin.

Bi beşdarbûna sedan şêniyên Keramê, saziyên sivîl û leşkerî li gundên rojhilatê Reqayê, şêniyên Keramê yekemîn şehîdê Hêzên Parastina Civakî ( HPC) Eymen El-Isman (Eymen) li gundên rojhilatê Reqayê oxirkirin.

Şênî li qada Selamê bakurê Keramê kom bûn da ku cenazeyê şehîd ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Keramê werbigirin, şênî bi karwanekî tirêmbêlan ber bi goristana Şehîd Sîvdar ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir, paşê bi navê malbatên şehîdan endama meclisê Rûqeye El-Hemed, bi navê HPC`ê Silêman El-Ebid, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Hevserokê meclisê Mişleb El-Derwîş axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku van şehîdan ji bo rizgarkirina gel û xaka xwe ji terorê canê xwe feda kirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Hevalên şehîd, cenazeyê şehîd ser milê xwe kirin û li goristana Şehîd Sîvar spartin axê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din