Xalê jina revandî: Em diwazin çaranûsa keça xwe nas bikin û bila serbest were berdan

Malbata keça ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye revandin, Arîn Delî Hesen banga eşkerekirina çaranûsa keça xwe kir. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku tevahiya kesên revandinî serbest berdin.

Di 28`ê Gulanê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  bi hev ketin û êrişî baregehên koma El-Hemzat kirin. Piştî wê bûyerê de eşkere bû ku hejmarek jinên revandî di girtîgehên koma El-Hemzat de hene. Ew jin rastî îşkenceyê û tundiyê hatibûn. Ji wan jinên revandin keça bi navê Arîn Delî Hesen(21) a ji gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa.

Elî Hemîd xalê Arîn ji ANHA`yê re axivî  û bang li rêxisitnên navdewletî kir ku zextê li artêşa Tirk a dagirker bikin da ku çaranûsa keça wan û çaranûsa tevahiya girtiyan û kesên revandî di girtîgehên Tirkiyê re eşkere bike.

Çeteyên El-Hemzat Arîn ji gundê Kîmarê beriya sê mehan tevandin. Malbata wê heta belavbûna dîmanên jinên girtî di girtîgehan de tu agahî girêdayî wê nizanîbû.

Hemîd got ji dema ku Arîn hatiye revandin çaranûsa wê nizanin û wiha domand: "Me Arîn di wan dîmenan de nas kir."

Hemîd nerazîbûna xwe rave kir û got: "Ma cîhan û rêxistinên cîhanî van sûcên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî gel û jinên me nabînin? Divê cîhan bizane ku Tirkiyê dewletek dagirker e û sûcan li dijî sivîlan pêk tîne."

Elî Hemîd di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Arîn ne jina Efrînê ya yekê ye ku hatiye revandin û ne jî ya dawî ye. Lewra divê rêxistinên hiqûqî û dewletên cîhanê van sûcan paşguh nekin û rê li pêşiya sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan û ciwanên me bigirin.

Di dawiyê de Elî Hemîd bang li rêxistinên navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û wiha domand: "Em bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û lêpirsînek bidin destpêkirin. Ji bo ku Tirkiyê ji ber sûcên li dijî gelê me pêk anîn ceza bikin. Tevahiya jinên revandin û girtiyên ku çeteyan girtine serbest berdin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din