Xalid Îbrahîm: Lihevkirinên hêzên desthilatdar destdirêjiya dewleta Tirk kûrtir dike

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji avakirina statuyeke xweser a gelan ditirse û got “Lihevkirinên hêzên desthilatdar destdirêjiya dewleta Tirk kûrtir dike û rê li ber vejandina DAIŞ`ê vedike.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, bi van nêzîkatiyan planên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelan tên eşkerekirin. Dewleta Tirk bi hemû cûreyên çekan, di nav de balafirên bê mirov ên bi çek êrişî gelên herêmê dike. Her wiha li herêmên dagirkirî welatiyan direvîne, şûnwaran didize û demografiya herêmê diguhere.

Der barê mijarê de endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Xalid Îbrahîm da zanîn ku dîroka dewleta Tirk a qirker bi dijminatî, gef, şer û êrişên li dijî gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn tê naskirin û hewildanên wê yê qirkirina gelan ji beriya sedsalên heta roja îro jî dewam dike û got: “Dewleta Tirk li ser dijminatiya gelan xwe avakiriye, lewra jî ji avakirina statuyeke xweser a gelan ditirse.”

Îbrahîm daxuyand ku ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker êriş û gefan bi pêşdixe û wiha pê de çû: “Armanca wê ew e e ku gelan tune bike, nehêle ku gavan bavêjin û ew bi xwe bimîne dewleteke serdest û desthilatdar.”

`GEL XWEDÎ MÎRATEYEKE BERXWEDANÊ YE`

Di berdewama axaftina xwe de Îbrahîm destnîşan kir ku kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî hin siyasetên li Sûriyê û Rojhilata Navîn e û got: "Dewleta Tirk di aliyê erdenîgarî û siyasî de destwerdanê dike. AKP/ MHP li gorî berjewendiyên xwe destdirêjiyê dikin û li gorî xwe hêzên qaşo muxalefeta rejîma Sûriyê ne, ava kirin. Ew hêz jî girêdayî fikrê îslama radîkal in û mîna van gavan bi giştî li ser Rojhilata Navîn ferz dike.”

Xalid Îbrahîm bal kişand ser gelê Kurd û got: “Gelê Kurd xwedî mîrateke têkoşîn û berxwedanê ye, tecrubeya wê di dîrokê de û xwendina wê ji bo hemû siyasetan heye. Ev yek jî di guhertin û veguhertinên ku di herêmê de pêk tîne, diyar dibe.”

Îbrahîm wiha pê de çû: “Li herêmê projeyên aştî, demokrasî û wekheviyê hene, ew jî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk e, lewma jî dewleta Tirk bi gelek buhaneyên dûrî rastiyê û bi gelek şêwazan şerekî bêhempa li dijî statuya heyî ya li herêmê dike.”

Xalid Îbrahîm li ser sedema şerê li hember gelê herêmê daxuyand ku dewleta Tirk a qirker hevgirtin û demokratîbûna gelan ji bo xwe xeter dibîne û got: “Gelan weke metirsî ji bo projeyên xwe yê nûjenkirina Împratoriya Osmaniyan û pêkanîna Mîsaqa Millî dibîne.”

`KIRYARÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NE`

Xalid Îbrahîm da zanîn ku gelê li herêmê gelên dîrokî ne, her dem banga biratî û aştiyê dikin û wiha domand: "Piştî avakirina Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêman dagir bike, komên çeteyan ji bo pêkanîna projeyên xwe ava kir mînaka wê jî çeteyên DAIŞ`ê ye. Niha jî êrişî Başûrê Kurdistanê dike û destwerdana Şengalê jî dike. Dewleta Tirk bi van êrişan gelan bi qirkirinê re rû bi rû dihêle."

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî; Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û got: “Dewleta Tirk rojane guhertina demografî li herêman pêk tîne, hemû sûc û kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dikin sûcên şer û dijmirovahiyê ne, lê mirov dibîne ku di navbera hêzên desthilatdar de lihevkirinek heye, heke ne eşkere be bi dizî ye.”

Îbrahîm di axaftina xwe de bal kişand li ser lihevkirinên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Ev lihevkirin û bêdengî rê li ber destdirêjiya dewleta Tirk a li herêmên me vedike, bêguman ne tenê qirkirin jî dixwaze careke din çeteyên DAIŞ`ê zindî bike. Pêkhateyên me bi gelek berdêlan çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de li herêmê tune kirin, tevî wê jî şaneyên DAIŞ`ê hê jî li herêmê tevdigerin.”

Di dawiya axaftina xwe de endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm got: “Tevî ku biryareke bi Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ'ê re li ser asta cîhanê hatiye girtin jî, lê êrişên dewleta Tirk careke din DAIŞ`ê nûjen dike, ev xeterî ne tenê li ser herêmê me ye, li ser cîhanê bi tevahî ye.”

ANHA


Mijarên Din