Xamineyî: Em ê petrola xwe li gorî pêwîstiya xwe hinarde bikin

Şêwirmendê olî yê Îranê Elî xamineyîîdia kir ku dê cezayên DYA’yê bandorê li Îranê nekin û dikarin petrola xwe li gorî pêwîstiya xwe hinarde bikin.

Ajansa Tesnîm a Îranê diyar kir ku dema Xamineyî di dema pêşwaziya şandeya karkerên ji gelek welatan de wiha got: "Ew ê hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên dawîn tiştekî pêk neynin, em dikarin li gorî pêwîstiya xwe petrola xwe hinarde (îxrac) bikin."

Xamineyî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Wan kesan gumana girtina hemû rêyan dikir, lê gel û berpirsyar heger serî hildin, ew ê gelek rêyên ku hatine girtin, vekin. Bila bizanin ku ev dijminahî dê bê bersiv nemîne û gelê Îranê li hemberî dijminê xwe bê deng namîne."

Xamineyî di dewama axaftina xwe de îdia kir ku “dijminên gel, ên şoreşa mezin” û dijminên Komara Îranê têk çûn, îro jî rastî dozên aborî tên, dixwazin gelê Îranê tepeser bikin, lê ew ê gelê Îranê tu carî radest nebe.

Tê zanîn ku ev yek di roja duşemê de piştî Washingtonê cezayên dawîn ên ji dewletên ku petrolê hinarde dikin re ragihandiye, hatiye. Ev jî di çarçoveya hewldana rêveberiya Trump a kêmkirina hinardeyên Îranê de ye. 

Hêjayî gotinê ye ku DYA`yê ji 8 dewletan re maweya 180 roj dabû da ku kirîna petrola Îranê bi dawî bikin, yan na dê tevî cezayên Amerîkayê jî berdewam bikin, lê bi şertê ku her yek jê gavên ji bo kêmkirina kirînê û livandina ber bi bidawîkirina hawirdekirinan bistîne.

(eh)


Mijarên Din