Xaminey plana DYA’yê li Rojhilata Navîn bi îxanetê bi nav kir

Roja çarşemê, şêwirmendê murişdê Îranê Ayetullah Elî Xaminey plana DYA’yê ya aştiyê li Rojhilata Navîn rexen kir û bi "îxaneta  ji neteweya Îslamî re" bi nav kir.

Ayetullah Elî Xaminey bang li dewletên Kendavê kir ku piştevaniya nekin.

Washinton xwe amade dike ku dê beşa aboriyê di plana xwe ya aştiyê de ya di navbera Îsraîl û Filistînê de ku bi Hevpeymana Sedsalê tê zanîn, di kongreya li Behreynê de ku dê vê mehê li dar bikeve, nîqaş bike.

Li gor ajansa Arna ya Îranê, Xaminey di xitbeya nimêja cejnê de li pêş tevlevizyonê zindî wiha got: "Armanc ji kongreyê ew e ku plana îxanetê krêt a DYA’yê yê bi navê Hevpeymana sedsalê pêk bê."

Xaminey wiha tekez kir: "Hevpeymana Sedsalê pêk nayê û ev hevpeyman jî ji neteweya Îslamê re îxanet e û rohniyê nabîne."

di berdewama axaftinê de wiha Xaminey domand: " Serokên hin welatên Îslamê zemîna pêkanîna Hevpeymana Sedsalê bi coş dikin. Tekez kir ku îxaneta hin dewletên Îslamê ji doza Filistînê re balkêş e."

Xaminey wiha domand: "Divê serokên Erebistana Siûdiyê û Behreynê bizanin ew ketine çiraveke bêdawî."

Dê DYA’yê aliyên aborî yên planê di kongreya li Menamê 25-26’ê Hizêranê de pêk were eşkere bike. Lê got plana siyasî nayê pêşniyarkirin heta hatina dema guncaw.

(fr)


Mijarên Din